Natanz hat hedef girtin, Îsraîl peyama ‘wê êrîş zêde bibe’ da

DYE û Îsraîlê, ragihandin ku li dijî tesîsa nukleerî Natanz a li Îranê êrîş pêk anîne. Li başûrê Libnanê di navbera Îsraîl û Hizbûllahê de şer didome. Îsraîl, diyar kir ku wê asta êrîşê zêdetir bibe.

Li gorî çapemeniya Îranê, DYE û Îsraîlê êrîşeke hewayî li ser tesîsa Nukleerî ya Natanzê pêk anîn. Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê, êrîş piştrast kir û diyar kir ku tu çizirîna radyasyonê çênebûye.

Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî, jî ragihand ku asta radyasyonê zêde nebûye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz, got ku êrîşên li dijî Îranê dê zêde bibin û operasyon dê berdewam bikin.

Li Bexdayê, di encama êrîşeke bi dron de efserek hat kuştin û efserek birîndar bû. Rayedarên Iraqê êrîş wekî ‘çalakiyeke terorî’ binav kir.

Li başûrê Libnanê, şerê di navbera Îsraîl û Hizbûllahê de berdewam dikin.

Ji 2’yê Adarê û vir ve, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de zêdetirî hezar kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.